Şêx Zaza Kalaşov rola Sekoya Kurmancî bilind nirxand

Şêx Zaza Kalaşov rola Sekoya Kurmancî bilind nirxand

Serokê Komeleya Ronahî ya Kurdên Gurcistanê û şandeke ji mekteba peywendiyên Kurdistanî serdana Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Duh roja şemiyê 13-1-2024 li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşebîrî ya Kurdistanê, serokê Komeleya Kurdên Curcistanê (Ronahî) Zaza Kalaşov bi hewrêtiya şandeke ji mekteba peywendiyên YNK`ê ku pêkhatibû ji her yek ji rêzdaran Siware Şakelî û kak Serkewt serdana baregeha giştî ya Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Her weha şandeya navborî ji aliyê serokê Encûmena Penaberan û berpirsê sekoya Kurmancî ya ser bi borda ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê (Hozan Efrînî) û cîgirê sernûserê rojname û malpera (Xelat)ê Dawud Çîçek û hejmarek ji risipiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Ji aliyê xwe ve berpirsê Sekoya Kurmancî (Hozan Efrînî) bixêrhatina mîvanên rêzdar kir û rola kurdên sovyeta berê di parastina çand û huner û zimanê kurdî de anî ser ziman ku kurd li wî welatî xwedî giyanekî neteweyî ne û dilê wan li cem hemû kurdekî li Kurdistan û li cîhanê ne.

Efrînî, derbarê zeraveya kurmancî û rola wê di nava mekteba ragihandina YNK`ê de bi zelalî şirove kir û Girîngiya Sekoya Kurmancî û damezrandina wê di vê serdemê de, bi awayekî berfereh da xuyakirin û piştgiriya mekteba ragihandinê ji Sekoya Kurmancî re bi sadeyî anî ser ziman.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) Rêzdar Zaza Kalaşov derbarê hatina xwe piştî 25 salan ji Herêma Kurdistanê re û kêfxweşiya xwe anî ser ziman û spasiya mekteba peywendiyên YNKê jî kir ku ev demeke li ser daxwazên rewanşad serok Mam Celal li gel kurdên Gurcistanê û yên tevahiya Qafqasiyeyê alîkar û hevkarin.

Her weha endamên borda peywendiyan kak Siware û kak Serkewt jî nerînên xwe bi zelalî anî ser ziman ku YNKê herdem piştîvanê kurdên li Kurdistan û ên li cîhanê ne û em li ser rêbaza rewanşad serok Mam Celal dirêjî bi kar û xebatên netewî didin û Sekoya Kurmancî jî gelek girînge ji bo kurdên li Qafqasiya û Gurcistan û welatên din ên cîhanê.

Di heman mijarê de, cîgirê sernûserê rojname û malpera Xelatê (Dawud Çîçek) jî bi xêrhatina mîvana kir û hatina rêzdar Kelaşov ji bo Kurdistanê bi pêngaveke baş û erênî nirxand ku car caran werin bo beşdarîkirina di konferas û çalakiyan de û bi taybet ên derbarê kurdên Qafqasiyayê de, her weha beşdarîkirina Kurdên Sovyeta berê di festîvalên çandî û hunerî li bajarê Silêmaniyê di heman demê de beşdarîkirina hunermend û rewşenbîrên Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê di festîvalên Kurdî li sovyeta berê ji bo xortkirina yekîtiya netweî û Kurdistanî di nava hemû kurdan de.

Di dawiya dîdarê de, Hozan Efrînî pirtûkek ji ya xwe ku bi navûnîşana (Mam Celal Semobola Netewî ya Kurd e) pêşkêşî şanda mêvan kir digel hejmara sifir ya rojnameya Xelat a bi kurdiya latînî ku 100 hejmar jî ji bo Komeleya Kurdên Gurcistanê Ronahî jî pêşkêş kir. Efrînî daxwaza berdewamkirina peywendiyên duqolî di navbera herdu aliyan de jî kir.

XELAT