Omer Şêxmûs: Xeyala kesên ku xewnê bi lawazbûna YNK`ê dibînin xave

Omer Şêxmûs: Xeyala kesên ku xewnê bi lawazbûna YNK`ê dibînin xave

Endamê desteya damezrênerê YNK`ê Omer Şêxmûs ragihand, kesên ku xewnê bi lawazbûna YNK`ê dibînin xeyala wan xave.

Li bajarê Stokholmê ya welatê Swêdê bi amadebûna Endamê Mekteba Siyasî û berpirsê mekteba navendên derve yê YNK`ê Pola Sîrwan Talebanî û Endamê desteya damezrêner yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rêzdar Omer Şêxmûs, merasîma salvegera 48`emîn salroja damezrandina YNK`ê hat lidarxistin.

Her weha hêjmarek ji endamên parlamentoya Swêdê û nûnerê Partiya Sosyal Demokrat ya Swêdê û hêjmarek ji partiyên Kurdistanî û Êraqî jî amadebûn.

Piştî gotara Pola Sîrwan Talebanî ku têde behsa pêdiviya hebûna Yekîtî Nîştimaniya Kurdistanê li qada siyasî kir. Ji aliyê xwe ve Omer Şêxmus gotarek pêşkêş kir û got: Xeyala wan kesên ku dixwazin xewnê bi wê yekê bibînin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê berv lawazbûnê ve diçe xave.

Omer Şêx yek ji endamên desteya damezrêner ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye ku xelkê bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ye û hevalê nêzîk û dêrîn yê rewanşad Serok Mam Celal ku niha li welatê Swêdê dijî.