Nexweşxaneya `ŞAR` xelata navneteweyî ya duyemîn werdigre

Nexweşxaneya `ŞAR` xelata navneteweyî ya duyemîn werdigre

Nexweşxaneya ŞAR a bajarê Silêmaniyê, bo cara duyemîn, xelata navneteweyî wekî baştirîn navenda çareserkirina felcê wergirt.

Di vê derbarê de, tenduristiya Silêmaniyê ragihand; Xizmetên ku li nexweşxaneyê têne pêşkêş kirin dişibin yên welatên pir pêşketî.

Serokê beşa hinava mêjî û damaran ya nexweşxaneya ŞAR got ku xelata îsal a Komeleya Navneteweyî ya ji bo felca mêjiye û pileya wê ji xelata sala borî bilindtir e.

Dr. Zana Ebdulrehman, serokê beşa hinava mêjî û damaran ya nexweşxaneya ŞAR, got ku ev xelat ku ji nexweşxaneyê re hatiye veqetandin dişibe xelata gelek welatên pêşketî ji ber ku beşa hinava mêjî û damaran ya nexweşxaneya bajêr navenda herî baş ji bo çareserkirina felcê ye.

 

XELAT