Dr.Nermîn Marûf: Proje yasaya budceya Êraqê gelek kêmasî têde heye

Dr.Nermîn Marûf: Proje yasaya budceya Êraqê gelek kêmasî têde heye

Endama Perlemana Êraqê ser bi Fraksyona (YNK)ê û Endama lîjneya darayî ya perlemana Êraqê Dr. Nermîn Marûf ragihand; Proje yasaya budceya Êraqê ya sê salên bê, gelek kêmasî têde heye.

Dr. Nermîn Marûf got: Eger nirxê neftê bo kêmtir li 70 dolaran dakeve wê kêmasî (kurthênan) di bûdceyê de zêdetir bibe. Her wiha weku pêdivî dahatên ne neftî nayê komkirin , wek lîjneya darayî ya perlemanê me xerciyên xwe jî kêm nekirine.

Dr. Nermîn Marûf diyar jî kir; Êraq rojane 3 milyon û 500 hezar bermîl neft hinarde dike, hevdem divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl neft radestî Somo bike.

Jêder: PUKMEDIA