Letîf Nêrweyî `Wêrankirina Axa Pîroz` belav dike

Letîf Nêrweyî `Wêrankirina Axa Pîroz` belav dike

Nivîskar û rojnamevan Letîf Nêrweyî nûçeya çapkirina nûtirîn pirtûka xwe a binavê (Wêrankirina Axa Pîroz) belav dike û dê di demek nêzîk de bi çend boneyan xwendinê ji bo pirtûka xwe bike.

Letîf Nêrweyî li ser rûpela xwe ya medyaya civakî li ser pirtûka xwe ya nû weha nivîsandiye: "Spas ji bo Xwedayê mezin pirtûkeka min ku lêkolînên zanistîne di bin navê `Wêrankirina Axa Pîroz` dikeve ber nêrîna xwendevanên xweşewîst.

Her weha spas ji wan rêzdaran ku di serxistin û pêkanîna vê erkê de alîkariya min kirin. Ez nirxandina naveroka pirtûkê ji xwendevanan re dihêlim. Ez hêvî dikim ku ew ê wekî çavkaniyek dîrokî ji bo pirtûkxaneya nifşê me bikêrhatî be û mifayekî biçûk hebe."

Hêjayî gotinê ye ku pirtûk behsa şûnwarên dîrokî yên devera nêrwe û Rêkan ên li herêma behdînanê dike û bandora şer li ser wêranbûna wan şûnwarên dîrokî ku ew dever bi paytexta şikeftên Kurdistanê tê naskirin.

XELAT