Çopî Fetah kilîpek nû bi Kurmancî weşand - Dê Bêjnê
Hunermenda deng xweş û hezkirî Çopî Fetah keça bajarê Kerkûkê kilîpek nû bi navê (Dê Bêjnê) bi zaravayê Kurmancî li tora xwe ya Youtubê weşandiye. Çopî hunermendeka Kurdistanî ye û ji aliyê gelê Kurd ve tê hezkirinê.
Çopî Fetah ji dayîkbûya 1983ê li bajarê Kerkûkê hunermendeka kurd e. Strana bi zarveyê soranî distrêt û xwedî ye çendîn stran û kasête ye û çendîn kilîp bi zaravayê Kurmancî weşandine.
Çopî tevî malbata xwe di sala 1988a de li Holandayê bi cih bûn. Niha jî li Kurdistanê ye. Çopî ji zarokatiya xwe ve hez ji muzîk û stranan kiriye. Ji 7 saliya xwe de çuye komeka koral li bajêra Haillo li Holendayê, li wir bi grupekî re stran gotîye û carna jî strana solo bi Çopî hatiye dayîn. Li dibistanê jî de Çopî gelek zîrek bûye û li salekê da bûye xwendevana yekemin li dibistana xwe. Çopî li 13 saliya xwe de çûye dibistana deng û ji bo ku bi awayekî zanistî tişteki ji zanista deng nasbike û hîn bibe 2 salan jî li vê dibistanê xwendiye. Li 16 saliya xwe de çûye cem Koma Berxwedan li akademiya kurdi li Almanyayê, li vir da Çopî zêdetir evîna wê ji bo muzîk û stranên zargotina kûrdî çûye.
Xelat
