Mûzîkjen Hoşeng Hebeş Kurte Fîlmek Mûzîkî weşand
Mûzîkjen û awazdanerê Kurd (Hoşeng Hebeş) kurte fîlmeke mûzîkî belav kiriye ku ev cara yekem berhemek bi vî awayî tê weşadinê ku bi rêya mûzîkê kurte fîlm tê amaekirin.
Hoşeng Hebeş li ser malpera xwe ya taybet behsa naveroka çîroka kurte fîlma xwe ya mûzîkê dike û weha nivîsiye: (Piştî çend salan ji niha ve, "Hoşeng" biryar dide ku vegere muzîkê li mala xwe ya ku şer hilweşandiye. Bi gihîştina wê derê, bîranînên wî di nava wî de dikelin, ku ew di demek poşmaniya berê de rû bi rû dimîne. "Bêdengî" yekem kurte fîlma mûzîkî ya Sûrî ye, bê dîyalog û vegotina nivîsê, li şûna wê bi muzîkê li ser bingehê bûyerên rastîn ên muzîkjen û awazdaner "Hoşeng Hebeş" piştî derketina ji mala xwe li Helebê di dema şer de hatine vegotin.
Sponseriya ragihandinî ya kurte fîlma mûzîkî ya Sûrî ya mûzîkjen Hoşeng Hebeş ji aliyê ŞAM FM ve hatiye kirin.
XELAT