XELAT bû mêvanê mêzgirda pirtûka Gelawêj xanimê

XELAT bû mêvanê mêzgirda pirtûka Gelawêj xanimê

Bi serpereştiya Pro. Dr. Zahîr Letîf Kerîm li borda malpera (Gelawêj Xanimê), mêzgirda vê carê ya malpera Gelawêj Xanim (galawzh.com) taybet bû li ser (giringiya wergêrana berovajî, çîroka Al-Xadîme ya xatû Gelawêj bi nimûne), ku bi hevkariya kenala asmanî ya Kurdsat hate lidar xistin.

Di destpêkê de, Pro.Dr. Zahîr Letîf, bi rêya lêkolînekê bi navê (Viladîmêr Prop û çîroka wî ya bi navê (Kareker) behsa karnameya kesayetîyên Prop kir.

Ji aliyê xwe ve jî Dr. Jîno Ebdulah li borda malpera xatû Gelawêj behsa giringiya wergêrana berovajî ya çîrokê kir ji bo zêdetir nasandina wêjeya Kurdî bi civaka erebî û Farsî û Turkî û her weha behsa naveroka çîroka Al Xadîme kir ku naveroka wê behsa malbateke bajarê Silêmaniyê dike ku li bajarê Bexdadê dijiyan.

Piştre jî sernûserê rojname û malpera Xelatê mamosta (Hozan Efrînî) behsa giringiya wergêrana pirtûkên Gelawêj xanê bo zaravayê Kurmancî kir daku kurdên Kurmanc jî sûd ji raman û ezmûna wê wergirin wek jineke xebatkar û şoreşger ku temenê xwe di nava siyasetê de jî derbas kiriye. Her weha rojnameya Xelat û malpera Xelat wek nimûne nîşan da.

Ji aliyê xwe cîgirê sernûserê Xelatê rojnamevan (Dawûd Çîçek) bal kişand ser giringiya wergêrana berhemên wêjeyî û hunerî ji zaravayê Soranî bo zaravayê Kurmancî daku peywendiya Kurdan bi hevre zêdetir xurtir û dewlemendtir bibe.

Her weha rêveberê giştiyê saziya Almesre rojnamevan (Soran Elî) û rêvebirê nûsîngeha mafên mirovan li Silêmaniyê nivîskar û wergêr (Sabîr Ebdulkerîm) jî bi hûrgilî behsa giringî û bandora wergêranê kirin.

Foto: Mihemed Yûsif  

XELAT