GERNAMEYA MIN (ZARGOTINA ÇIYAYÊ KURMÊNC -EFRÎNÊ) Derket
Nivîskar û zimanzan û helbestvanê kurd ê navdar Merwan Berekat derketina pirtûka xwe a bi nave (GERNAMEYA MIN -ZARGOTINA ÇIYAYÊ KURMÊNC -EFRÎNÊ) dide nasandin.
Merwan Berekat li ser rûpela xwe ya taybet li tora civakî weha nivîsiye:
"Ev pirtûk keda min a 13 salan ji berhevkariya zargotina Çiyayê Kurmênc e, ango ji sal 1987 ta 2000 î. Ji ber ku derfta capkirinê tunebû bîst û pênc (25) salan li ser rûpelên lênûsan ma.
Kurd dibêjin: "Bi sebrê bû mîrê Misrê". Duh herdu bergên pirtûkê (1- 2) çapkirî gihîştin min. Ez gelekî şad im.
Pirtûk ji weşanên Zanînge Kobaniyê ye.
Spasiyek taybet ji rêvebiriya Zanîngeha Kobaniyê re."
Bi navê Stafa kovara Xelatê ya Kurmancî em derketina pirtûka GERNAMEYA MIN (ZARGOTINA ÇIYAYÊ KURMÊNC -EFRÎNÊ) li mamosta Merwan Berekat û hemû hezkiriyên zimanê kurdî yê şêrîn pîroz dikin.

XELAT
