Xecê Herdem- Kevokek Birîndar

Hunermenda Kurd ya dengxweş (Xecê Herdem) straneke xwe ya nû belav kiriye bi şêweyka nû bi navê"Kevokek Birîndar", derbarê kilîpa xwe û naveroka strana xwe de Xecê Herdem weha nivîsiye:

"Silav û hezkirin, guhdarên min ên hêja, ji bo ku em strana xwe ya "KEVOKEK BİRÎNDAR" ji we re bînin, me gelek ked da û min bi berfirehî li ser yek strana xwe xebitî. Gumana min tune ku dema hûn li vê stranê guhdarî bikin hûn ê hestiyar bibin hevalên me yên di zindanê de. Û ew jî stranek e ku ji bo kesên ku ji evînê diêşin hatiye nivîsandin. Em dikarin bibêjin kê bi çi hestî lê guhdarî bike, ev stran ew stran e Dibe ku em niha kevokek birîndar bin, lê ez bawer dikim kevoka birîndar wê sax bibe û li ser dilê yên birîndar be, wê hêviyê bide me. , ewê şabûnê bîne mala me. Ew ê mizgîniya azadiya Mezopotamyaya me bi coş bide me Stran emanetî we ye..

XELAT