Ciwan Haco - PERDE

Hunermendê navdarê Kurd Ciwan Haco stranek nû wek kilîp weşandiye bi navê (Perde)... ji Helbesta : Qedrî Can û Mûzîka :Ciwan Haco

Gotinên Helbestê:

Ew perdeya reş û tarî

Nû ji şevên reş diyarî

Min ji rûyê xwe kişand

Li ber çavê xwe çirand

 Avêt paş sed çiyayî

Nava hezar dergayî

 Min gemara guhê xwe

bi zemzemeke nû şûşt

û mikrobên canê xwe

bi dermanekî nû kuşt

 Ew kufeyka tufeylî

ku di dil de diçirî

Min ji kokê de rakir

Hêlîna wê xirab kir

 Li rojên derbasbûyî

Li rastiyên kevnare

Li hevalên ne heval

Cara pêşî silav kir

Ew zingara di mejî

Ko mejiyê min di mijî

Min bi kêrê xeritand

Û bi agir şewitamd

Û baqij kir

Paqij kir ji serê xwe

Min avêt ji derê xwe

Bi çavekî bê perde

Bi guhekî bê gemar

Di bin ser rêka teze

Bi mejîkî bê zingar

Êdî bi dîtina xwe

Bi bihîstina xwe

Bi vîna xweyî bê mejî

Bi rêveçûnê xwe jî

Ez bûm însanekî nû

---------------

XELAT