Kurdistanî Nwê Salvegera Şêrko Bêkes Bibîrtîne
Bi boneya 11`mîn salvegera koça dawî ya helbestvanê mezin yê gelê Kurd mamosta Şêrko Bêkes, salona Kurdistanî Nwê semînereke hêja ji bo rêzgirtinê lidar xist.
Îro roja yekşemê 4/8/2024 semîner birêveçû û têde destpêkê sernivîserê rojnama Kurdistanî Nwê Dr. Edalet Ebdullah axaftinek kir û behsa nasnameya Şêrko Bêkes kir û duvre gotara dezgeha çap û pexşê a Serdem hate pêkêş kirin û ronahî xistine ser jiyan û helbestên nemir Şêrko Bêkes.
Ji aliyê xwe ve helbestvana Kurd ya navdar (Kejal Ehmed) jî behsa pêgeha û mezinahiya jin di helbestên Şêrko Bêkes anî ziman û çend helbestên Şêrko Bêkes bi dengê xwe xwendin.
Şêrko Fayiq Ebdulah Bêkes, helbestvanê navdarê Kurd di 2`yê gulana 1940`an de li bajarê Silêmaniyê jidayîk bûye û di 4`ê tebaxa 2013`an de li welatê Swîd koça dawî kir.
Foto: Heme Omer
XELAT