Helbest: Eskerê Boyik
Sala 2014 a ra
Diçî-here, em pir giryan,
Vî giryê me bibe xwera,
Kujarê wan bibe xwera.
Weş ketin nav malbetên me
Wan kafiran bibe xwera,
Herimandin ziyaretên me
Wê gemarê bibe xwera.
Jin ȗ zilam hêsîr birin,
Alên rȗreş bibe xwera,
Zarokên me serjê kirin
Wan qetlên weş bibe xwera.
Bi Ellah ȗ Ekbera xwe,
Kavil kirin jiyana me,
Dinê ji wî Ellahê zulm
Xilazke ȗ bibe xwera.
Van serokên dinya derew,
Van şerbaz ȗ van fêllbazan,
Tevî çek ȗ sîlihên wan
Kokbirke ȗ bibe xwera.
Diçî here evd pir êşyan
Vê êşa jan bibe xwera,
Van zaliman tev zulma wan
Paqijke ȗ bube xwera.
Ji pirtûka Êzdîxana min
31.12.2015