Hevpeyvînek digel hunermend Ferîd Siror li Herêma Efrînê

Hunermend Ferîd Siror yek ji girîngtirîn kesayeta hunerî ya govenda gelêrî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber ku bîranînên me vedigerîne rojên zarokatiya me ku çawa hebûna navê wî ji bo wî û reqs û livên wî yên dîlanê û şahiyan cihê matmayînê û heyranî  ye bûye. Ferîd Siror kesayetiyeke bi xwedî çanda xwe ya bilind û dilnizmiya xwe tê naskirin.

Ferîd Siror di sala 1947`an de li gundê Qitmê ya herêma Efrînê hatiye dinê. ew ji malbata Celalî ne û koka wan vedigere Cizîra Botanê ya bakûrê Kurdistanê. Heta pola şeşan a dibistana seretayî di sala 1959`an de xwendiye.

Ferîd Siror di temenê xwe yê biçûk de dest bi rêwîtiya xwe ya govend û dîlanan kiriye. Di 12 saliya xwe de hezkirina wî ji teqlîdkirina meş û livên microvan re hebûye. Fikra reqsa solo û avakirina komeke govendê ya gelêrî, Ji kesên ku direqisîn hatiye handan, di derdora sala 1967/1968`an de li herêma Efrînê navokek koma govendê ya gelêrî ava kir .

Derbarê beşdarbûn û gerên xwe yên hunerî de Ferîd Siror dibêje: Yekem beşdariya vê komê di dawetên xelkê herêma Efrînê de ligel lîstikvanê Kurdê Zirnayê (Hacî Nasir) bû, û giringtirîn dîlanên ku me di wê demê de pêşkêş kirin (Hoşer, Jifteh-Teli , Yaxle Kanar – Ez kevukim - Duqzli - Selink Hala - Sîrane - Awê Palio) . Piştre kom bi pêş ket û me perwerdehiya xwe zêde kir heta ku di 28'ê Tîrmeha 1971'an de bi fermî navê komê hate binavkirin (Koma Folklor û Çandê ya Efrînê) ku ji zilam û jinan pêk hatibû. Vê komê di gelek festîvalên ku dihatin kirin li bajarên Sûriyê beşdarî kirine her weha li Lubnan û Urdinê jî beşdarî festîvalên çand û hunerê kirine.

Di vê vîdyoyê de jî rojnamevan Hozan Efrînî  di 26-3-2017`an Hevpeyvînek taybet digel hunermend Ferîd Siror li Herêma Efrînê pêk aniye.

Xelat