Hîna ez xwe bi bêbav hîs dikim
Nivîskar: Roza Dilşad Merîwanî
Piştî 36 salan, hîna jî ez heman hesta nexweş ku di dilê zarokeka bêbav (sêwî) de heye hîs dikim.
Ez jinekim ku min temenek derbaskiriye, lê hîna jî bîranîn û gotinên herî sade yên li ser bavê min hîn jî dilê min diêşînin, mîna ku birînên dilê zarokekî bêbav qet nayên kewandin, ji ber vê yekê her carê dikelin.
Gelek caran ji min tê xwestin ku ez li ser bavê xwe biaxivim û hevpeyvînan bikim, lê nizanin ku piştî van hemû salan ez hîn jî nikarim du hevokan bi asayî li ser wî bibêjim bêyî ku xemgîn bibim, her weha ez dikarim çi bibêjim, ez tenê zanim ku temenê min çar sal û nîv bûn, ji bilî ku ez tenê tiştên ku min ji diya xwe, heval û kesên ku wî nas kirine bihîstiye dizanim.
Lê digel wê yekê jî de heta dawiya jiyana xwe ez ji wî hez dikim û bêriya wî dikim. Ez pir caran difikirim ka wî dê çi bigota û bertek nîşan bidaya ger ew Mabuya? yan jî mirina bavekî di temenê xwe yê pîr de û bi êşa Xwedê dê ji bo min heman êş buya?
Gelo êşa şehadeta wî ew e ku wî tişt nîvco hişt û ji nişkê ve bêyî xatirxwestinê çû, mîna ku ew di nîvê axaftinek pir girîng de bi kesekî re be û ji nişkê ve rabe û biçe, ez difikirim ku dibe ku sedema êşa windakirina wî ew be ku wî ez di temenê zarokatî de bicî hêştim. Ji bo keçekê pir dijware ku bavê xwe, piştgiriya xwe ya herî mezin di temenê ku bêhna xwînê jê tê, winda bike.
Ez pir caran xwe dilê xwe razî dikim dikim ku Xwedê ji min hez dikir û tişt dikarin xerabtir bibûna. Ma ew ne bese ku dayikek min hebû ku ji bo me şerê hemû dunyayê kiriye.
Lê carin din jî hene ku ez dibêjim nexêr, mixabin kes nikare şûna kesî bigire. Axir, ez ew keça delalî ya bavê xwe bûm, min dixwest wek keçên din çawa bavê wan wan hembêz bike û yekem çenteyê dibistanê û yekem çûna zanîngehê û derçûna li zanîngehê digel wî de bibîr bînim.
Dîsa jî ez ew keç bûm ku min dixwest bavê min keça min (Dillan) bixe hembêz xwe û ji bo (Dilê min) helbestek xweşik binivîse.
Min dixwest ku bavê min digel neviya xwe (Manî) de yada rojbûnên xwe pêkve pîroz bikin, ji ber ku di navbera wan de rojek hebû û têde selfieyek bigrin û di jêr de binivîsin bextê " Manî û Dilşadê Bapîr".
Têbînî: Ev gotar di 13/3/2025an de ji bo bîranîna şehîdbûna Dilşad Merîwanî di Kurdistanî Nwê de hatiye weşandin.

Mamosta Dilşad Merîwanî bavê nivîskar Roza Dilşad Merîwanî ev wêne beriya şehadeta wî ye ...
"Hêjayî gotinê ye û cihê rêzgirtinê ye ku, helbestvan, nivîskar û çalakvan Dilşad Merîwanî (1947-1989) di 12ê Sibata 1989an de ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên rejîma Baasê ya hilweşiyayî ve û piştî nêzîkî mehekê îşkenceyê, hefteyek beriya Cejna Newroza heman salê, bi tuhmeta dayîna waneyên elfabaya kurdî latînî ji xwendevanan re hate girtin û di 13/3/1989an de li (Emne Soreke) ya bajarê Silêmaniyê hate gulebaran kirin û bû şehîdê yekem ê alfabeya latînî ya Kurdî."
XELAT/ Ji Soranî Dawûd Çîçek
