Erê Ezbenî min bîr nedibir ku…

Erê Ezbenî min bîr nedibir ku…

Nivîskar: Konê Reş

 

Ezbenî! Ez dikarim li heyam gudarî bikim! Bê çawa bi ser navê me ve vedibe û bê derd, kul û xem dibihure..! Çiyako em bûne wek şikêrên keviran di quntarê te de..!

Ezbenî! Min bîr nedibir ku Çiyayê Şengalê, Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê, Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc di hewşa mala min de radizên..! Şengal, Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî, her êvar mêvanên min bin..

Erê Ezbenî min bîr nedibir ku, darên Beriwê ji ser çiyayên min birevin û darên Çinarê bidin pey wan..

Ezbenî! Em bi hêviya heyamekî nû ne; Heyamekî, ku em porê serê wî bi çîrok û çîvanokên kevin û nû şeh bikin û bihûnin.. Êlekê wî ji êş û hisretan daweşînin.. Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye..

Heyamekî ku ji tirsê ne tirse, bi cegerdarî karibe di ser agirê gur re biqevêze û bibeze..

Erê ezbenî, em bihêvîne ku careke din Kaniyên çemê Xabûr der bibin, av di best, cog û newalên welatê me de biherike..

 

XELAT