Dîlana Kurd bû namzeta Serokwezîra Holandayê

Dîlana Kurd bû namzeta Serokwezîra Holandayê

Dema ku Dîlan keçka kurdekî dibe bi namzeta serokwezîrên welatekî wek Holandayê, tê wê wateyê ku êdî doza gelê kurd ber bi rewabûna fermi ve diçe.

Ev yek di rastiya hewildanên ji bo bidestxistina posta serokwezîrtiya Holandayê ya xanima kurd Dîlana Dêrsimê de tê zelal kirin ku êdî çiqas stem û zordarî û nelihevî û komkujî bi serê Dêrsimiyan de hat kirin, lê rastî wê kok neyê veşartin û wê her derkeve holê.

Wezîra berê ya Ewlehî û Dadê ya Hikumeta Holandayê xanim Dîlan Yeşilgoz piştî ku xwe ji bo erkên serokwezîriya Holandayê hilbijart, wek tê xwuyakirin ku wê dengên baş û girîng bi dest bîne û ne dûre ku bibe bi serokwezîra Holandayê ku yek ji welatên herî girîng ê Ewropayê ye.

Xanima kurd Dîlan ji aliyê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) ve ji bo serokwezîrtiyê hat destnîşankirin û namzetkirin û tevlî proseya hilbijartinên serokwezîriya Holandayê bû, di encamê de, Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) di hilbijartinan de bi ser bikeve, Dîlan Yeşîlgoz bû namzeta yekemîn ya serokwezîra Holandayê û bi vê rengî, ev  yekemîn care di dîroka Holandayê de, wê jinek bibe serokwezîr û yekemîn care jî kurdek bibe serokwezîr.

Her weha wek tê zanîn ku xanima kurd (Dîlan Yeşîlgoz) ji bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye, di sala 1977`an de li bajarê Enqere paytexta Tirkiyê jidayîk bûye, di sala 1984`an de bi malbata xwe re koçberî Hollandayê bû ye.

Di sala 2017`an de û tevlî rêzên Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) bû, her weha di roja çarşemê, 22-11- 2023, li welatê Holandayê hilbijartinên parlemanê û piroseya dengdanê birêve çû, di encamê de, keçka kurd Dîlan Yeşîlgoz bû namzeta bi serokwezîra Holandayê.

Em gelek kêfxweş û serbilindin bi vê pêngava girîng û pîroz ku keçka kurd bûye namzeta serokwexîrê Holandayê, bi rastî mirov dikane herdem serfiraz be bi kesayetiyên wiha ên kurd ku destkeftan ji doza gelê kurd re tomar dikin û ew destkeft dibin bi zemîn xweşkirinek ji bo rewabûna doza gelê kurd û Kurdistanê.

Pêngavên wiha di demên pêş de, pêngavên erênî ji bo doza kurd bi xwe re bîne û wê doza kurd ber bi rewabûna rasteqîne ve bibe.

 

Hozan Efrînî

Serokê Encumena penaberên Kurdên Rojava – Sûriye

26/11/2023

XELAT