Xanimeke Werzişkar A Kurd Şampiyoma Navdewletî bi destxist
Xanima werzişkar a Kurd Dilxoş Ebdulah li ser rûpela xwe ya li (X)`ê belav kiriye ku, wek yekem xanima kurd beşdarî di şampiyona leşciwaniyê kiriye ya ku li welatê Hindistanê hatiye lidarxistin û pileya duyemîn bidest xistiye.
Ev xanima kurd temenê xwe 33 salî ye û li bajarê Ranya ya başûrê Kurdistanê lîstikên hesin û ciwaniya leş dikir û beşdarî di çendîn şampiyonên li ser astê Êraq û Kurdistanê de kiriye û encamên gelekî baş bi dest xistine.
Dilxoş Ebdulah herî dawî li Hindistanê beşdarî şampiyona navdewletî kiriye ku bi serpereştiya Yekîtiya Navdewletî ya Leşciwaniyê (IFBB) hatiye organîze kirinê û çendîn welatên cîhanê têde beşdarbûne. Dilxoş Ebdulah serkeftineke baş di nava bi dehan palewanên cîhanê de bi dest xistiye û pileya duyemîn wergirtiye.
XELAT
