Ferîde Tarî: Divê em stranên neteweyî biparêzin
Stranên resen û neteweyî dîroka me ji windabûnê rizgar kirine û divê em hewl bidin ku wan biparêzin.
Stranbêja Kurd (Ferîde Tarî) ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: "Ez li Efrînê ji dayik bûme. Piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018an de, em ji bo Kantona Şehba hatin koçber kirin û li wir di kampan de bi cih bûn.
Ferîde Tarî got jî: "Dema ku min xwendina xwe berdewam kir, ez bi stranbêjiyê re eleqedar bûm ji ber ku ez di malbateke hunerî de ji dayik bûm. Dayika min yek ji stranbêjên herî navdar ên parêzgeha Helebê ye û gelek berhemên wê hene" .
Ferîde wiha lê zêde dike û dibêje:
Çend klîbên min hene û ez niha li ser berhemeke nû dixebitim û ez dixwazim wê bi awayekî cûda pêşkêş bikim û ez dixwazim bêtir bala xwe bidim stranên gelêrî û neteweyî.
Tarî tekez li wê yekê jî kir û got: Ez ji keç û jinên ciwan dixwazim ku şiyan û hestên xwe di warê hunera Kurdî de, nemaze stranbêjiyê de, pêşve bibin da ku em hemî karibin xizmeta çand û kelepora xwe bikin.
Di dawiyê de, Ferîde got: Bandorek mezin a hunermenda mezin Eyşe Şanê li ser min hebûye.
