Kurd li bakûrê Kurdistanê dixwazin perwerdeya mekteban bi kurdî be
Navenda Vekolînên Meydanî yên Sosyo-Polîtîkê li 23 bajaran (Amed, Batman, Stenbol, Wan, Ankara ...) anketek ji bo rewşa kurdî çêkirîye.
Li gor vê anketê ji sedî 97,9ê kurdan dixwazin perwerdeya mekteban bi kurdî be.
Dîsa li gor vê anketê êdî tenê ji sedî 20ê zarokan bi kurdî dizanin. Tiştê herî xerab ew e ku zarokên ku bi dê û bavên xwe ra bi kurdî diaxivin tenê ji sedî 1,3 ye.
Mirov dikare bibêje ku kurdîtîya polîtîk xurt e, lê kurdîtîya kulturî di sekeratê da ye.
Di anketê de pirsa " Gelo hûn dixwazin li hemû qonaxên xwendinê li Tirkiyê bi Kurdî bixwînin?" hatiye dayîn ew jî bi vî awayî ye.

XELAT
