Mehmed Uzun li Amedê hate bîranîn
Nivîskarê kurd ê diyar Mehmed Uzun, yek ji kesayetiyên girîng ên wêjeya Kurdî, bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi panel û lîstika şanoyê hat bibîranîn.
Bi mazûvaniya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Mehmed Uzun ê ku di 11'ê Cotmeha 2007'an de jiyana xwe ji dest dabû, hat yadkirin.
Piştî bîranîna ser gora wî ya li Goristana Deriyê Mêrdînê di saetên serê sibê de, ji bo bîranîna Uzun panel û lîstika şanoyê hat pêşkêşkirin.

Xelat
