Koşka Hemo Paşa li herêma Şingalê

Koşka Hemo Paşa li herêma Şingalê

Koşka dîrokî ya Hemo Şro, padîşahê Êzîdî, li gundê Cedale li başûrê çiyayên Şingalê ye. Temenê wê koşkê 100 sale lê piştî dagirkirina Şingalê di sala 2014`an de ew koşk ji aliyê terorîstan ve hate teqandin.

Di vê derbarê de rojnamevan û pêşkêşvanê bernameya gerok a belgekirina cihên şûnwarî ên Şingalê Eliyas Qeyranî, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re got: Li navçeya Şingalê zêdetirî 500 cihên şûnwarî hene. Niha, bernameya me 58 cihên şûnwarî ên girîng li herêma Şingalê belge kiriye, û Koşka Hemo Paşa yek ji berhemên ku me belge kiriye ye, ku sembolek dîrokî ya Êzîdiyên Şingalê ye.

Koşka dîrokî ya Hemo Şro Paşa, ku di sala 1922an de hatiye avakirin û di sala 1925an de temam bûye, yek ji şûnwarên dîrokî yên navçeya Şingalê ye û sembola desthilatdariya padîşahekî bihêz ê Êzîdî di destpêka salên 1920an de ye. Xaniyê Hemo Paşa ji du qat û şeş odeyan pêk tê.

Gundê Cedale herêmek kevnar û arkeolojîk e û ji hêla îdarî ve girêdayî navçeya Qehtaniya li navçeya Ba'ajê ye û ji hêla îdarî ve beşek ji navçeya Şingalê ye.

Li gorî çavkaniyên dîrokî, di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de di sala 1915an de, nêzîkî 500 Ermenî ji ber qirkirina Osmaniyan reviyan ba Hemo Paşa li navçeya Şingalê û azadiya olî û parastina wan a tevahî hat dayîn.

Her weha gelek ji van malbatên Xiristiyan li Şingalê man û li cem Êzidiyan bi cih bûn, û hin ji wan hîn jî li wir dijîn. Hemo Şiro Paşa di sala 1850an de ji dayik bûye û di sala 1933an de koça dawî kiriye.

Xelat/ Kurdistanî Nwê