Navenda Revenda Kurdistanî du çalakiyên girîng lidarxistin
Duh roja Şemiyê 20.09.2025 navenda revenda Kurdistanî du çalakiyên girîng lidarxistin, pêşengeha hunerî ji şêwekara kurd re Seyran Ehmed, herwiha semîner û ahenga îmzekirina pirtûkekê bi sernavê Xêzên rojhilata navîn a nivîskar Ibrahim Mistefa Gaban, bi beşdariya komek kes , rewşenbîr, çalakvan û siyasetmedar,
aheng ji aliyê berbirsê ragihandinê nivîskar Rêber Hebûn hatibû bi rêvebirin, derfet ji herdû afrêneran hatibû vekirin taku li ser berhemên xwe biaxivin, herwiha kesên beşdar têbinî û rehetiya xwe aşkere kirin, hêvî kirin ku ev çalakî berdewam bibe, û spasiya xwe ji navenda revenda Kurdistanî re diyar kirin.
XELAT
