Lîga topê ya Meştenûrê bi serkeftina Kurdaxê bi dawî hat

Lîga topê ya Meştenûrê bi serkeftina Kurdaxê bi dawî hat

Di lîga Topa pê ya Meştenûrê de ku di yarîgeha `Kurdsitî`yê de birêve çû ye û di yarîgeha Qelaweyê de bi dawî bû ye, tîma Kurdaxê bi serket û kuba palawentiya lîgeyê bi dest xist.

Di wê barê de, kaptinê tîma Kurdaxê rêzdar (Rêzan Gemrûk) ji Malpera Xelatê re ragihand: "Ev demeke me wek tîma Kurdaxê ku ji ciwanên Kobanî û Efrînê pêkhatine dest bi yariya di bin seywana lîga topê ya Meştenûrê de encam daye, ku di destpêka yariyan de, di yarîgeha `Kurdsitî` de, yarî di navbera van tîman pêkhatibû, (Tîma Serêkanî, Tîma Heval, Tîma Aram, Tîma Qendîl, Tîma Kurd, Tîma Firat û di nav de tîma Hîlal a Erebî ) hebûn."

Her weha (Rêzan Gemrûk) di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, wiha pêde çû; "Di encama dawiyê de, ji nav hemû tîman de, tîma Kurdax û ya Hîlalê man û van herdu tîman duh roja yekşemê demjimêr 7ê hêvarî di yarîgeha Qelaweyê de, dest bi yarî kirin û di encamê de, tîma kurdaxê 2 bi 1 bir. "

Di dawiya axiftina xwe de, Gemrûkî zelal kir ku di dawiyê de, kuba lîga Meştenûrê tîma me ya Kurdaxê li hemberî tîma Hîlalê ya Erebî bi destxistin û em vê kubê pêşkêşî Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û tevahiya gelê kurd dikin.

Ji aliyê xwe ve jî, serokê Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî jî, di peyamekê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe û endam û alîgirên Encûmena Penaberên Kurd arasteya tîma Kurdaxê kir û spasiya Kaptin Rêzan û hemû endamên tîma Kurdaxê û hemû tîmên din ku beşdarî li lîga Meştenûrê kirine kir û destxweşî li helwesta kaptinê tîma Kurdaxê kir ku bi fermî encûmena penaberan vexwendibû ji bo beşdarbûna li yariya dawiyê ya lîga Meştenûrê lê ji ber merasîma serxweşî ya nemeir (Mistefa Reşîd Teo) birayê endamê komîteya peywendiyên Encûmena Penaberan (Xalê Bekir), serokê encûmenê lêborîna xwe xwestibû ku nikanin amadeyî yariya lîga Meştenûrê bibin.

Em jî wek Xelatê tîma Kurdaxê pîroz dikin.

Xelat-Roşîn Serêkanî