Jivanê Kewê- Roman û Sûka Pirtûka
Romannivîsê Kurd (Diyar Eredinî) radighîne ku divê mirov di romanên xwe de êş û birînên xelkê bîne ziman daku wekû eynikekê her kesek di nava civakê de xwe têde bibîne.
Xeleka vê carê ya bernameya (Jivanê Kewê) ku kenalê asmanî ya Gelê Kurdistanê ji bajarê Duhokê diweşîne û ji aliyê rojnamevan û helbestvan Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser (Roman û Sûka Pirtûka) bi mêvandariya romannivîs (Diyar Eredinî) bû.
Mamosta û Romannivîs (Diyar Eredinî) di derbarê ku çawa mirov bikare pirtûkên xwe zêdetir bide xwendinê got; Divê mirov di romana xwe bîr û hizrên wê civakê yan welat yan yê cîhanê û birînên xelkê bîne ser ziman û çênabe mirov tenê behsa biwarekî bike ku civak di wî warî de birîndar nebe û divê romannivîs bizane ew komelgeh çi dixwaze û çi dibêje û dermanê wan çi ne û wî dermanî bi rêya peyvan bixe berdestên wan ku ew xwe têde bibînin weku eynikekê.
Romannivîs Diyar Eredinî got: Piraniya xwendevanên min ku romana min dixwînin ji min dipirsin gelo (te ji kîve ez dinyasîm, bo çi te ez kirime di romana xwe de) lê min bi xwe ew mirov nedîtiye. Dema xwendevan xwe di roman mirovî de bibînim dê jê hez bikin.
Diyar Eredinî aşkira jî kir ku wî di 18 saliya xwe de dest bi nivisîna pirtûkan kiriye û yekem pirtûka wî jî çîrok bûye .
Ji bi temaşekirin û guhdarîkirina bernamê vê lînkê bitikîne….
XELAT