"Jibîrkirin" berhemeke nû ya Husên Hebeş

"Jibîrkirin" berhemeke nû ya Husên Hebeş

Ji weşanxaneya Ramîna li Londonê berhemeke helbestan nû ya Husên M. Hebeş (Hussein Habasch) bi navê "Jibîrkirin" hate weşandin.

Berhem ji 114 rûpelan e. Wêneyê bergê ya şêwekara Kurd Malak Muxtar e. Dîzeyna pirtûkê ji hêla Jona Leonard bi pêk hatiye.

Hêjayî gotinê ye ku ji berî ev berhem bi Kurdî were weşandin, ew di sala 2022an de li Kosta Rîka ji hêla Mala Helbest û Zanîngeha San José ve bi zimanê Spanî hatiye weşandin.

Herwiha, di nava du mehên dawî de, Husên M. Hebeş li bajarê Saragossa yê Spanyayê berhevoka helbestan bi zimanê Spanî jî bi navê Kurd û Xweda weşandibû.

 Nimûneyek ji pirtûkê:

Cudahiya Di Navbera Min û Te De

 

Cudahiya di navbera min û te de

ew e ku tu lingekî davêjî ser yê din

û bi çêjeke xweş piyala meya xwe vedixwî.

Lê belê ez jî, di heman demê de xwe berhev dikim

û piyala êşê di nexweşxaneyê de vedixwim.

 

Tu li ser Facebookê wêneyê dayika xwe ya nodsalî

ya ku bi tevahiya ciwaniya xwe xuya dike, belav dikî!

Lê belê ez jî, niha rûyê dayika xwe ya heftêsalî

ya ku bi tevahiya qujmirandina xwe xuya dike, bibîr tînim.

Tu dayika xwe her roj dibînî û rûyê wê radimûsî.

Lê belê ez jî, bêriya dayika xwe ya ku min ew ji bîst û du salan ve

tenê du caran dîtiye dikim.

Her roj wêneyê wê bi hesret û şewat radimûsim.

Xweda dayikên me biparêze.

 

Tu hemû pêşbazên lîstika gokê temaşe dikî!

Tu dikenî, bi coş dibî, şirove dikî û piştgiriya tîma xwe dikî.

Lê belê ez jî, êşa mirovên xwe yên belengaz li Efrînê dişopînim

û ji bo felaketa ku bi ser serê wan de hatiye diqîrim, digirîm,

xemgîn dibim û di kûrahiya dilê xwe de dêşim.

 

Xwîşka te maleke wê pir ciwan

û xweşik di navenda bajêr de heye.

Lê belê herdu xwîşkên min bê war, bê cih û bê mal mane!

Ji ber ku malbateke ji "xotayê" û yeke din ji "qelemon"

malên wan herduyan dagir kirine.

 

Tu bi yek birayê xwe re rûndinî û hûn diramin

ku çawa mîrata mezin ya bavê xwe li hev dabeş bikin.

Lê belê ez jî, bi rewşa xwîşk û birayên xwe yên

ku li seranserî cîhanê belav bûne, yan revyane

û yan jî hatine sirgûnkirin, diramim.

Ez nikarim çarekê bibînim ji bo ku destên wan bigihînim hev

û rêka wan durust bikim.

 

Welatê te Almanya ye û welatê min Kurdistan e

û cudahiyeke pir mezin di navbera herdu welatan de heye!

Almanya di her kêlîkekê û her xulekekê de bi pêş dikeve û geş dibe

Kurdistan jî di her kêlîkekê û her çirkekê de tê qirkirin û kuştin!

Welatê te tankên Leopard hinarde dike û bi wan tangan,

hilma dawî ya ku di sînga welatê min de hîn maye, tê kuştin.

Ji ber vê yekê jî mirovên welatê min yên ku ji nişkêva

ji mirin û qirkirinê rizgar bûne, direvin

û serlêdanên penaberiyê li welatê te yeko yeko radest dikin.

 

Tu gava  ji dayika xwe bûyî

di devê te de kevçiyekî zêrîn hebû û hîn jî heye

û ez jî gava ji dayika xwe bûme

piyala cehrê di devê min de bû û hîn jî di devê min de ye!

 

Ev tenê çend cudahiyên di navbera me de

yên ku min anîne ser zimên

û nexwazim vê êşa xwe ya ku wek cêwiyekî

ji roja rojbûna min de, gav bi gav, bi min re ye

û ta niha dijî, bêtir bêjim û berdewam bikim.

Lê tevî van cudahiyên ku di navbera me de,

ez bi tevahî têdigihêjim ku çima tu bi jiyanê şad dibî

û tênagihêjim ku çima ez jê bêhêvî me!

 

Kurtejiyana Husên M. Hebeş:

Husên M. Hebeş (Hussein Habasch):

-Sala 1970î, li gundê Şiyê, herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

-Ji dawiya 1996an de li Almanyayê dijî.

 -Berhemên wî yên çapkirî ev in:

1- Noqbûna Di Nav Gulan De/ weşanên Azmina li Urdinê û ji weşanên Alwah li Madrîdê (2002).

2- Revyayên Di Çemê Êvrosê Re/ weşanên Sanabel li Qahîreyê (2004).

3- Ji Dilbijînê Bilindtir û Ji Newqa Xezalê Xweştir. Ji weşanên Alwah li Madrîdê (2007).

4- Windabûnên Ji Bo Selîm Berekat. Ji weşanên Elzaman, Şam (2009).

5- Firişteyê Firyane (babetên li ser zarokên Sûriyayê). Ji weşanên Moment li Londonê (2013).

6- A Flying Angel (Texts about Syrian children), bi zimanê Îngilîzî, ji weşanên Bogdanî li Albanya (2015).

7- Xewnên Di Dîwêr De. Ev dîwana helbestvanê Albaî Jeton Kelmendi ye, min wergerandiye Kurdî - ji weşanên Bogdanî li Albanya yê (2015).

8- No Pasarán “Derbas Nabin”. Bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li Puerto Rico hatiye weşandin (2016).

9- Dos arboles “Du Dar”. Bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li El Salvador hatiye weşandin (2017).

10- Tiempos de Guerra “Demên Şer”. Bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Mala helbestê û ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li Costa Rica hatiye weşandin (2017).

11- Copaci Cu Chef “Darên sermest” bi zimanê Romanî, ji weşanên Ars Longa li Romanya (2017).

12- Taya Bîhokan. Ji weşanên Sersera li Berlînê (2019).

13- Berfa Sor. Bi zimanê Çînî, pirtûk ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li Taiwanê hatiye weşandin (2019).

14- Peace for Afrin, Peace for Kurdistan “Aştî ji bo Efrînê, Aştî ji bo Kurdistanê” / ev Antolojiyeke helbestê ye, navnetewî ye, bi zimanê Îngilîzî û Spanî ye. Min û helbestvana Taiwanî Miao Yi -Tu amadekiriye, tê de nêzîkî 80 helbestvan ji cîhanê beşdarbûne û hestên xwe li ser Efrîn û Kurdistanê nivîsandine/ ji weşanên Sersera li Berlînê (2019).

15- Mirî Di Buhêrkan De Gengeşeyê Dikin. Ji weşanên Al-Darawich li Plowdiw, Bulgaria (2020).

16- Darên Sermest. Ji weşanên Sersera li Berlînê (2020).

17- Kulîlka Espinillo. Bi zimanê Spanî, ev pirtûkeke hevbeş e bi helbestvana Kolombiyayî Bibiana Bernal re, ku ji hêla Weqfa Çandî ya bi navê Esteros ve li Arjantîna hatiye weşandin (2020).

18- Bêzariya Peykerekî Westiyayî. Ji weşanên Sersera li Berlînê (2021).

19- A Rose for the Heart of Life/ Helbestên bijarte bi zimanê Îngilîzî, ji weşanên Inner Child Press International li Amerîka (2021).

20- Olvido “Jibîrkirin” bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Mala helbestê û ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li Costa Rica hatiye weşandin (2022).

21- La harde de cerfs meurt de soif “Keriyê pezkûviyan ji tihîna re dimire” bi zimanê Frensî, ji weşanên L'Harmattan li Parîsê (2024).

22- Los Kurdos Y Dios “Kurd û Xweda” bi zimanê Spanî, ji weşanên Nautilus li bajarê Saragossa li Spanyayê (2025).

23- Jibîrkirin bi zimanê Kurdî, ji weşanên Ramîna li Londonê (2025).

Wergerandin:

-Hinek ji helbestên wî wergerîne zimanê Îngilîzî, Almanî, Spanî, Fransî, Farisî, Ozbek, Albanî, Rûsî, Romanî, Îtalî, Sirbî, Makedonî, Bulgarî, Polonî, Slovenî, Lîtwanî, Vîetnamî, Nepalî, Hindî, Malayalam, Kannada, Tajîk, Bengalî, Tirkî, Berberî (Amazîxî), Bosnî, Portekîzî, Hungarî, Çînî, Yewnanî, Mandarin (zimanê Taywanê), Tzotzil (zimanê gelên Mayan yên Meksîkayê) û Holandî.

Antolojî:

-Helbestên wî di bêtirî 200 antolojiyên helbestî yên navneteweyî de hatine belavkirin.

 Xelat:

- Xelata helbestvanê Herî Baş yê navneteweyî, ya 2016an ku li Çînê ji hêla Navenda Wergerandin û Lêkolîna Helbesta Navneteweyî, Kovara helbestên Navneteweyî ya (Pirzimanî) û komîteya Edîtorî ya Helbesta Navneteweyî ya Çînî ve, wergirtiyê.

-Xelata Helbestvanê Kurd yê gewre Hemid Bedirxan, ya ku ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ve tê dayîn, di sala 2022an wergirtiye. Her wiha xelata “Bosnian Stećak” ya Navneteweyî ya Helbest û wêjeyê ya ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Herzegovina ve tê dayîn di sala 2022an wergirtiye. Xelata Wêjeyî ya Navneteweyî ya ku bi navê "Kathak" ji Bangladeşê li Foruma Ramanvan û Nivîskarên Cîhanê ji bo Aştiyê li Kolkata, Hindistanê di sala 2024an de wergirtiye. Xelata rûmetê li Foruma Helbestê ya Navneteweyî li bajarê Safi li Mexribê di sala 2024an wergirtiye. Û her wiha ew wekî helbestvanekî navneteweyî navdar û serkeftî ji bo xwendina helbestê li mala jidayikbûna helbestvanê Amerîkî Walt Whitman li Huntington, New York, ji bo bernameya "Walking with Whitman", (2025) hatiye hilbjartin û vexwendin.

-Beşdarbûna festîvalên helbestê yên navneteweyî:

Kolombiya, Nîkaragua, Fransa, Porto Rîko, Meksîko, Almanya, Romanya, Lîtwanya, Mexrêb, Ekwador, El Salvador, Kosova, Makedonya, Kosta Rîka, Slovenya, Çîn, Taywan, Kuba, Swêd, New York (USA), Sarajevo, Yewnanîstan, Albanya, Qibris, Uruguay, Hindistan, Boston (USA), Endonezya û Îtalya...

XELAT