Saziya Serok Celal Talebanî li ser cenosîda Şengalê pirtûkekê belav dike
Bi serpereştiya Serokê (Saziya Serok Celal Talebanî) balyoz Dr. Mihemed Sabir, roja yekşemê 11/8/2024 pirtûka "Verastkirina qanûnî ya tawanên li dijî Êzidiyan hatine kirin" belav kir.
Di merasîmê de balyoz Dr. Mihemed Sabir gotarek pêşkêş kir û got: Rewanşad serok Mam Celal giringiyekî mezin dida gelê me yê Êzîdî û li çendîn dîdar û kombûnan de (Mam Celal) gotiye ku,"Êzidî Kurdên resenin û bi hemû awayî mafên wane ku kar û çalakiyên xwe yên olî encam bidin û berevaniyê li mafên xwe bikin û divê em karekî bikin ku gelê me yê Êzidî hest bi bêkesiyê nekin û pêwîste bi kiryar kar ji bo mafên wan bikin û giringiyekî taybet bi merasîmên wan ên olî bidin. "
Ew pirtûk ji nivîsîna mamostaya Zanîngehê Dr. Dilpak Tahîre bi merasîmekê hate belavkirin û ew merasîm hevdeme ligel 10`mîn salvegera cenosîda Ezidiyan li Şengalê bûye. Saziya Serok Celal Talebanî ji ber giringiya naveroka pirtûkê û derbasbûna 10 sal bi ser komkujiya Êzidiyan li Şerngalê a sala 2014`an ew merasîm organîze kir.
Pirtûk ji aliyê mamostayê zanîngeha Çermo Pro.Dr. Huner Emîn ve hate ravekirin û di heman merasîmê de tabloyên hunermend (Çîmen Îsmaîl) hatine pêşandan.
XELAT/ www.pjtfoundation.org