Nivîskar Burhan Şêx Reûf pirtûka xwe îmza kir
Pirtûka (Der û Drawsêy Kurdistan) ya nivîskarê Kurd (Burhan Şêx Reûf) hate nasandin û belav kirin.
Di çarçoveya çalakiyên rewşenbîrî ya Rêxrawa Mîdya û bi amadebûna hêjmarek ronakbîr, nivîskar û rojnamevan û welatiyan, li hola Xak ya bajarê Silêmaniyê, semînerek ji bo nasandin û belavkirina cîldê duyemîn ya pirtûka bi navûnîşana (Der û Drawsêy Kurdistan) ku naveroka wê hêjmarek gotar û babetên girêdayî Kurdistan, Êraq û cîranên wê û Rojhilata Navîn yên nivîskar Reûf Şêx Burhan li xwe digre hate lidar xistin.
Naveroka pirtûkê ji aliyê nivîskar (Burhan Şêx Reuf) ve hate nasandin û piştre jî pirtûk bi diyarî û îmzeya nivîskar li ser amadevanan hate belav kirinê.
XELAT