Sedemên koçberiya ne asayî yên xelkê Rojava ber bi Ewropa
Bernama (Rojava) ku li Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji aliyê rojnamevan mamosta (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin gotûbêj li ser sedemên koçberiya ne asayî ya xelkê Rojavayê Kurdistanê ye ber bi Ewropayê ye bi mêvandariya mamosta (Mistefa Muslim), parêzer û Serokê Lîjneya Yasayî ya Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê.
Derbarê sedemên koçberkirina xelkê Rojava ber bi welatên Ewropa û rûdana bûyerên karestbar li ser rêya koçberiyê û xeniqîna bi sedan welatiyên Kurd di deryayan de. Mistefa Muslim ragihand ku, sedema yekemîn, nebûna derfetên kare li herêmên Rojavayê Kurdistanê, her weha her çend li hemû navçeyên Rojava ew pirsgirêk heye, lê belê li navçeya me li Kobanê koçberî û derketina ji derve zêdetire bi taybetî jî gelê me yê Kobanê çav li hev dikin û xaniyê xwe û mal û milkên xwe û erdên xwe difroşin û xwe dixin xeteriyê û berê xwe didin welatên Ewropayê.
Li ser pirsekê ku Hozan Efrînî dipirse ku gelek malbatên ji Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê rewşa xwe ya darayî baş bûne û xanî û otombîl û karên wan jî hebûye, hemû milkên xwe difroşe û diçin Ewropayê sedem çiye?. Mistefa Muslim got; xelkê me li gel mirov yan kesûkarên xwe yên li welatên Ewropa diaxvin û ewna dibêjin Ewropa gelek xweşe bi taybetî ji bo pêşeroja zarokên xwe û xwendina zarokên xwe berê xwe didin rêya koçberiyê.
Sekoya Kurmancî
