Cildê duyem ê "Avestayê" ji nav weşanên SZKyê derket

Cildê duyem ê "Avestayê" ji nav weşanên SZKyê derket

Cildê duyem ê "Avestayê" ji nav weşanên Saziya Zimanê Kurdî (SZK)ê derket û hîna 11 cild mane.

Berhema "Avesta 2 – Destnivîsîn Orîjîn: Yasna" ya avestolog Beyhanî Şahînî, ji nav weşanên Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) derket.

Ev berhem destnivîsên Avestayê yên bi navê "Yasna"yê bi xwe digire û ji 1292 rûpelan pêk tê.

Berhema "Avesta"yê ku bi tevahî 13 cild e, heta niha bi tenê du cild jê hatine weşandin.

Cildê yekem ê vê berhemê, "Avesta 1 – Gatha'yên Zarathushtra" (Lavijên Zeradeştî), sala 2021ê ji nav Weşanên NAyê derketîye.

12 cildên mayî (2 – 13) ku SZKyê bi tenê yê duyem weşandîye û biryar e yên mayî jî biweşîne, dabeşî sê setan dibin ku her setek jê, 4 cild in:

Seta yekem (2 – 5): Destnivîsên orjînal ên Avestayê

Seta duyem (6 – 9): Translîterasyona (tîpguhastin) destxetên orjînal bo alfabeya kurdî

Seta sêyem (10 – 13): Bi fonda avestayî venivîsîna destxetan

XELAT