Dilawerê Zengî pirtûka xwe ya bi sernavê "Dîroka Botanê" derxist

Dilawerê Zengî pirtûka xwe ya bi sernavê "Dîroka Botanê" derxist

Ev pirtûka nû ya Dilawerê Zengî "Dîroka Botanê" bi zimanê Erebî bi navê (Tarîx Botan= Dîroka Botanê) derketiye û ji 310 rûpelan pêk tê û bi qebareya 14.8 x 21 cm hatiye amadekirin, ji aliyê Çapxaneya Mîran ve weke çapa yekem li Qamişloyê hat weşandin. Derhêneriya wê ya hundirîn ji aliyê Şengo Dumilî ve hatiye çêkirin. Lêkolîner Faris Osman ku lêveger û pêşgotina vê pirtûkê nivîsandiye.

Di derbarê Pirtûkê de Dilawerê Zengî ji Xelatê re ragihand ku, wî pir dijwarî û cefakêşî di danhev û komkirina çavkanî û jêderan de dîtiye. Di ger û tevgera xwe de, ji carekê zêdetir çûye Urdun û Stenbolê û gelek belge peyda kirine. Zengî bi belgeyên ku cara yekem têne weşandin, gelek agahiyên nakok û şaş ên dîrokî sererast dike.

Pirtûk bi awayekî sîstematîk li ser sê beşên sereke hatiye avakirin.

Beşa yekem bi hûrgilî li ser erdnîgarî, koka navê Botan, neseba mîran û pêkhateya civakî ya herêmê radiweste.

Beşa duyem kûrtir dibe û rewşa siyasî ya sedsala nozdehemîn, di nav de serdema Mîr Bedirxan Beg û Yezdanşêr, di bin siya siyaseta Osmanî û destwerdanên Ewropî de dinirxîne.

Beşa sêyem, ku bi temamî ji pêvekan pêk tê, gencîneyeke belgeyî ya bêhempa pêşkêş dike.

Yazdeh pêvekên ku nameyên Konsulê Brîtanî li Mûsilê Christian Rassam, belgeyên ji rojnameya "Kurdistan" a Bedirxaniyan, bîranînên Mîr Celadet Bedirxan û çavkaniyên din ên dîrokî li xwe digirin, vê berhemê dikin jêdereke bingehîn ji bo lêkolîneran.

Dilawerê Zengî vê berhema xwe ya girîng, ku bi keda salan amade kiriye, diyarî giyanê helbestvanê mezin ê Kurd Ehmedê Şêx Salih dike û bi vê yekê, pireke moralî di navbera du nifşên kedkarên çanda Kurdî de ava dike.

Li ser pirsa Govara Xelatê ku gelo wê kengî pirtûka (Dîroka Botanê) bi kurdî derbixe, Zengî dazanîn ku, di plana wî de heye ku ev pirtûka bi nirx û tejî belgeyên dîrokî bi kurmancî jî derbixe û hin projeyên din jî li ber destê wî de hene ku niha mijûlî wane û di dema pêş de wê dîroka Botanê bi kurdiya şêrîn jî derbikeve.

XELAT