Semînarek ji bo nasandina pirtûka Dr. Aram

Semînarek ji bo nasandina pirtûka Dr. Aram

Semînarek ji bo nasandina pirtûka nivîskar û lêkolînvanê kurd Dr. Aram di hola Yekîtiya Nivîskarên Kurd de birêve çû.

Duh roja yekşemê 26-11-2023`an li bajarê Silêmaniyê, di hola Yekîtiya Nivîskarên Kurd de, merasîma nasandina pirtûka Dr. Aram ya bi navûnîşana (Pîremegron Ragirê Keştiya Nûh) ku li ser pîroziya axa Kurdistanê nivîsiye hat lidarxistin.

Di wê merasîmê de, ku parêzgarê Silêmanî û çendîn nivîskar û rewşenbîr û ronakbîrên kurd û stafa Xelatê (Hozan Efrînî-Dawud Çîçek) jî amadebibûn, merasêm bi rawestandina xwelek li ser rewana pakrewanan hat kirin û piştre şirove li ser girîngiya naveroka pirtûka Dr. Aram hate encamdan ku derbarê cihên pîroz di axa Kurdistanê ku tê de keştiya hezretî Nûh hatibû nûştin ku di pirtûka Qurana pîroz de hatiye bi bîrxistin.

Di dawiyê de, pirtûk li ser amadevanan hate dabeş kirin û Dr. Aram jê wajoya xwe li ser da.

Wêne; Bextiyar Elî

Xelat