Du pirtûkên wergerandina Siware Şakilî hatin nasandin
Di Salona Kurdistanî Nwe de, du pirtûkên Rûsî ku ji aliyê Dr. Siware Şakilî ve hatiye wergerandin ku yek ji wan ê konsilê Rûsî (Meksîm Elelîgovîç) ye hatin nasandin û weşandin.
Îro roja sêşemê 24-12-2024, li bajarê Silêmaniyê di Salona Kurdistanî Nû de, semînara nasandina herdu pirtûkên Rûsî ên ji wergerandina Dr. Siware Şakilî bi amadebûna hejmareke mezin ku di nav wan de, konsilê Rûsî (Meksîm Elelîgovîç) yê li Herêma Kurdistanê jî amadebû, bi awayekî serkeftî birêveçû û bi dawîhat.
Di wê nasandinê de, kak Letîf Nerweyî bi xêrhatina mîvanên semînarê kir û pişt re jî Konsilê Rûsî Meksîm Elelîgovîç amaje bi peywendiyên dîrokî yê di navbera gelê Rûsî û gelê Kurd kir û derbarê daxuyaniya serokê Rûsiyayê (Viladmir Pûtîn) kir ku wek piştgiriyeke mezin ji bo doza kurd bû, di wê daxuyaniyê de, tekez li ser çareserkirina pirsa kurdî bi aştiyane û aramî kir û piştgiriya xwe ji bo gelê kurd dupat kir.
Her weha endamê berê ê serkirdeyetiya YNKê (Nermîn Osman) jî amaje bi naveroka pirtûka duyemîn kir ku wek erşîvekê ye û ew pirtûk gelek girînge ji bo paşeroja doza kurd ji ber ku doza kurdî û gelê kurd pêwîstiyên wan bi hebûna erşîv heye. Osman zelal kir ku pêwîste em hemû nivîsên ku derbarê gelê kurd û doza kurdî hene li cem xwe bikin erşîv û heya ku li dijî me bin jî her gereke.
Di dawiyê de, Dr. Siware Şakilî jî spasiya konsilê Rûsî û Nermîn Osman û hemû beşdarvanên semînarê kir û girîngiya nivîs û wergerandina herdu pirtûkan de nerînên xwe anî ser ziman û spasiya kak Letîf Nerweyî berpirsê Borda Ragihandinê kir ku ev pirtûk da bi çapkirinê û spasiya mekteba peywendiyên YNKê jî kir bi taybet kak Derbaz Kosret Resûl û derfet xwest ku bi wî re alîkar bin tako di nivîs û wergerandina pirtûkan de dirêjpêder be.
Di encama semînarê de, pirtûk bi ser beşdarvanan de hate belavkirin.





XELAT
