Rojnamevan û Rewşenbîr Serdana Sekoya Kurmancî dikin
Îro roja şemiyê 16-3-2024 li bajarê Silêmaniyê rojnamevan û nivîskarên kurd sardana sekoya Kurmancî kirin.
Her weha ew rewşenbîr ku pêkhatibûn ji her yek ji rojnamevan û nivîskar (Mihemed Mêrgesorî) û çalakvan kak Selam û kak Birûsk Rojhilatî ku bêjerê kenala Kurdsatnewsê ye. Ji aliyê stafa Xelatê ve hatin pêşwazî kirin.
Di wê dîdarê de ku her yek ji Hozan Efrînî berpirsê sekoya Kurmancî û Dawud Çîçek cîgirê wî û Roşîn Serêkanî bêjera bernameya Jiyana Kurmanca amade bibûn û gotûbêj li ser kar û xebatên sekoya Kurmancî hat kirin û derbarê derxistina rojnameya Xelatê û karên malpera Xelatê û peywendiyên li gel nivîskar û rewşenbîrên kurmancan li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê hate gotûbêj kirin.
Di dawiyê de, pirtûkê Hozan Efrînî ya derbarê serok Mam Celal de hatiye amadekirin li gel rojnameya Xelatê pêşkêş bi mîvanan hat kirin.
XELAT