"Nivîsên di Xak û Kurdistana Nû de" gencîneyeke din a Mam Celal
"Nivîsên di Xak û Kurdistana Nû de" gencîneyeke din a Mam Celal

Nivîsîn: Merîwan Mesûd
"Nivîsên di Xak û Kurdistana Nû de", nûtirîn pirtûka çapkirî ya hevbeş ya saziya Serok Celal Talebanî û mekteba ragihandin û hoşyarî ya YNK`ê ye, hemû wan gotaran li xwe digre ku Serok Mam Celal di dema derbasbûyî de li rojnameya Kurdistana Nû her weha kovara Xak de bi pênûsa xwe nivîsî ne.
Pirtûk ji dû beşan pêktê, beşê yekem ji bo nivîsînên Mam Celal di rojnameya Kurdistana nû de hatiye veqetandin ku ji destpêka derçûna rojnameyê di sala 1992`an de heta gotara xwe ya dawî di rojnameyê de pêktê. Beşa duyem ya pirtûkê jî bo ji bo gotarên Mam Celal e ku mehane di dema xwe de di kovara Xak de dinivîsîn, eve ji bilî wê yekê jî ku hêjmarek ji wêneyên Mam Celal jî li xwe digre ku wêneyên Mam Celal di Kurdistana Nû û Xak de ne.
Di pêşekiya pirtûkê de ku ji aliyê nivîskar û rojnamevan Stran Ebdulah ve hatiye nivîsandin têde hatiye ku, nivîsên Kurdî yên Serok Mam Celal ên piştî serhîldana sala 1991`ê ve li ser çar babetan hatine dabeşkirin ku hinek ji wan gotaran rênmayî û siyaseta rojane û hinek jî bîranînên qonaxên cuda cuda yên qonaxên xebata Mam Celal in.
Wêjeyên Mam Celal bi zimanên Kurdî û Erebî û Îngilîzî wêjeyekî dewlemend û fireh rehend ku pêwîstî bi dosyekirina wan û komkirina wan heye. Ji berku ezmûnekî mezin yê Mam Celal di biwarê nivîsîn û rojnamevaniyê de heye.
Jêder: Kurdistana Nû
XELAT
