Derhênereka Kurd xelata festîvala Filîman`Locarno` bidest xist

Derhênereka Kurd xelata festîvala Filîman`Locarno` bidest xist

Keça derhêner a Kurd (Kurduwîn Eyûb) a temen 34 salî bi filîma xwe bi navê (Mang – Heyv) li welatê Swîsrayê xelata lîjneya nirxandinê a 77`mîn xola festîvaa filîman a (Locarno- Lokarno)yê bidest dixe.

Filîma (Mang- Heyv) ji aliyê kompaniya "Ulrich Seidl" ve hatiye berhemanîn ku behsa lîstikvanekî berê ê hunera şer dike ku welatê Awustirya bi cî dihêle daku bibe rahênerê 3`ê keçen malbateke Urdinî ya dewlemend.

(Kurduwîn Eyûb) ji dayîkbûya 1990 a başûrê Kurdistanê ye, ji zaroktiya xwe ve li gel malbata xwe li Awustiryayê (Nemsayê) dijî û li Viyena paytexta wî welatî xwendina xwe ya zanîngehê temam dike û di sala 2009`an de dest bi karê derhênana filîman kiriye û heta niha xwediyê 15 kurte filiman e û 3ê filîmên dirêje û sala 2011 û 2012 xelata festîvala navdewletî ya Viyena a kurte filîman bidest xistiye.

XELAT