Encumena Penaberan rewşa penaberên nexweş dişopîne

Encumena Penaberan rewşa penaberên nexweş dişopîne

Duh roja duşemê 20/10/2025 li baregeha giştî yê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşwazî li penaberên nexweş hat kirin û rewşa wan ji nêzîk ve hate şopandin.

Wek tê zanîn di hemû rojên duşemê de, komîteya şopandin û bi dûvçûna li rewşa nexweşan pêşwazî li xelkên penaberên Kurdên Rojavayê Kuridstanê ên li Herêma Kurdistanê dike.

Hêjayî gotinê ye ku di roja 25-9-2025`an de, li hola CDOyê, Konferanseke taybet ji bo lêkolîn û piştgiriya rewşa penaberên nexweş ên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin ku tê de nûnerê wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê û berpirsê kampa Erbet û rêvebirê giştî yê CDOyê û serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û hejmarek ji nûnerên nexweşxaneyên taybet û rêxistinên xêrxwez û sivîlî jî amadebibûn.

Xelat