Kurdistanî Nwê 35 saliya xwe pîroz dike
Rojnameya Kurdistanî Nwê ku wek yekem rojnameya Kurdî ye piştî serhildana gelê Kurdistanê a 1991 a başûrê Kurdistanê ye îro, 12ê Çileya 2026an, Rojnameya Kurdistanî Nwê, muma 34 saliya xwe vemirand û ya 35 saliyê pêdixe, ku bi dirêjahiya temenê xwe rojnameyeke sengîn û hevseng dixebite û yekem rojnameya rojane ye piştî serhildanê Gelê Kurdistanê a 1991`an.
Kurdistanî Nwê bi weşandina hejmara 9 hezar û 578an mûma salvegera 35 saliya xwe pêxist û ji dema pêxistina mûma yekem a jiyana xwe de, ku di 12ê Çileya 1992an de hejmara sifir bû, her tim jî destpêka rojnameyê bi gotinek giring a Serok Mam Celal Talebanî destpê dikir.
Kurdistanî Nwê di sala 1992an de Piştî nameyek ji serokê rewanşad Mam Celal, biryara cîbicîkirinê hat dayîn û di 12ê Çileya 1992an de, hejmara sifir a Kurdistanî Nwê hat weşandin. Rojnameya Kurdî, ku ji bo moleta fermî ji Wezareta Çandê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serlêdan kir, û ruxset bi hêjmara yek re wergirt.
Yekem sernivîserê Rojnameyê (Erselan Bayîz) bû, piştre re di demên cuda de her yek li (Fereydûn Ebdulqadir, Firyad Rewandizî, Mehmûd Mela Îzet, Kawa Mihemed, Stran Ebdullah, Mihemed Kerîm û Dr. Edalat Ebdullah) sernivîserên rojnameyê bû. Niha jî Dr. Kerwan Elî Sernûser e.
Kurdistanî Nwê wek zengila yekem a dengê azadiya rojnamegeriyê, hewldanên pênûsê di deryaya azadiyê de û di bin navê (Kurdistanî Nwê) de wekî rojnameyek rojane, ji bo cara yekem rûmeta yekem rojnameya Kurdî xiste stûyê xwe.
Xelat
