Xelata Hawarê pêşkêşî bavê hunermendê nemir Ciwan Hesen hat kirin
Serokê Rêxistina Hawar ya Civaka Sivîl û Rojnamevan (Hozan Efrînî) serdana mamosta (E`smet Hesen) bavê hunermendê nemir Ciwan Hesen yê ji gundê Gorda ya herêma Efrînê kir.
Hunermendê dengxweş yê çiyayê kurmênc, yek ji hunermendên sembol yên koçberiya Efrînê bû ji sala 2018 heta ku çû ber dilovaniya xwedê, lê dîsa jî hunermend Ciwan Hesen xizmeteke mezin ji hunera kurdî re pêşkêş kir. E`smet Hesen jî mamostayekî dêrîn û jêhatî, helbestvan, nivîskar û kesayetiyekî naskirî yê civaka herêma Kurdaxê ye.
Di wê serdanê de siyasetmedar Es`ed Menan û çalakavanê sivîl bavê Kawa ku herdu ji gundê Miskê ne. Ew serdan ji bo bicihanîna erkê sersaxiyê li hember koça dawî ya bê wext yê nemir Ciwan Hesen bûye û derbarê jiyana wî û xema wî ji Efrîniyan û Zeytûnê re ji aliyê Bavê Ciwan hate şîrovekirin û rave kirin.
Ji aliyê xwe ve Hozan Efrînî serxweşiyên xwe pêşkêşî mamosta E`smet kir û xemgîniya xwe û hevalên xwe û çalakvanên Silêmaniyê bi koça hunermend Ciwan Hesen da nîşandan.
Di dawiyê de jî mertala rêxistina Hawar ya Civaka Sivîl ku taybet wêneyê Ciwan Hesen li sere pêşkêşî bavê nemir mamosta E`smet hate kirin, eve jî weke xelateke sembolîk ji nemir hunermend Ciwan Hesen re bû, ku hêjayî hemû rêzlênanekê bû.
Di vê derbarê de Hozan Efrînî ji govara Xwelatê re da xuyakirin û got: Em hêvî dikin hemû hunermend û rewşenbîrên kurd hêjayî xelatê ne di dema xweşbûnê de bên xelat kirin baştir dibû lê belê me jî pêştir ev xelat pêşkêşî kesayetiyên navdar û mezin kirine.



XELAT
