Mihemed Şerîf Cilînî dîroka xebata xwe bibîrtîne

Mihemed Şerîf Cilînî dîroka xebata xwe bibîrtîne

Nivîs: Mihemed Şerîf Cilînî 

Weke vê rojê 19 tebaxê (Gelawêjê) sala 1975-an de min dest bi kar kir di warê pîşesaziya Zeyt û Rûnê rewikî de, di Kompaniya Zeytê ya dewletê li bajarê Helebê li Sûriyê, min ew Kompanî ji xwe re didît weke Zankoyeke nuh ji bo ez zanîn û şarezaya xwe pêşe ve bibim, û ez pir şanazim ko di be pêşîntrîn endezyarê kurd bûye pisporê vê pêşesaziyê, min mezintrîn kargehên Zeyt û Rûn li Sûryê ava kirin, weke Ferzat û Anbûba li Homsê ,Ahliyê li Hema ,Aseed û Betinjanê li Tertûsê ,nuhkirina Kompaniya dewletê li Helebê û ya Berekat û Qebanî li Îdlibê، û pilana kargeha Alrafîdeyn li Bexdadê - Îraqê.

lê mixabin derfet ji min re nehat, xewn û ramana xwe bi cih bînim ji bo kargehekê li welatê xwe ava bikim û aramiya xwarina netewî bi parêzin ,nexasme li giravê (cezîrê) û bashûrê kurdistanê, ji ber maldar û dewlemdên me mijûl nebûn bi pêşezayê, tenê berê xwe dan çandina bejî ji bo Genim û Ceh, û ava kirina xwaringehan, govend û dîlangehan, û xewgehên 5 stêrk (otêlan), tenê li herêma Eferînê ez alîkar bûm ji bo avakirina çend kargehên Zeyta Bêrîna Zeytûna û Parzîn kirina Zeyta Zeytûna (tekrîr), weke kargehên : Hessen Kêfo, Elwan Omer, Ekaş Şêxo û parzîngeha Zîbar û paş re bû Kêfo.

hêviya min ji xweda eve: berî mirnekê welatê me azad bi be ji destê dijmin û hovberan bi helmeta shervanên me li bashûr û roavayê kurdistanê, ez xwen û ramana xwe bi cih bikim ji bo ava kirina kargehên xwarinê û avakirina bingeha abûriya kurdistanê, da ko aramaya xwarina netewî bê parastin.

Xelat