Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê hate xelat kirin

Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê hate xelat kirin

Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê li ser malpera xwe belav kiriye ku, Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê "BARBANG" Ezîzê Ziyo Bedirxan ra bi navê Serokkomarê Qazaxistanê (Kassym-Jomart Tokayev) spasname û xelata “Altin Baris” (Pilingê Zêrîn) hat dayîn.

Serokê Enstîtûya Kurdî ya Qefqasyayê nivîskar û lêkoler (Hejarê Şamil) di vê derbarê de ji malpera Xelatê re behsa xebat û karên (Ezîzê Ziyo Bedirxan) karsazê Kurd û rûsipî û Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê kir û da zanîn û got;  Ezîzê Zîyo Bedirxan kesekî 'Camêre` û rûsipiyê civakê, karsazê serketî, lêkolîner, bavekî baş, birayekî delal, dostekî dilsoze ji xelkê xwe re û di heman demê de serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ye.

Hejarê Şamil behsa malbata Ezîzê Ziyo Bedirxan kir û diyar kir ku, Kurd ji Qefqasyayê 2 cara hatine surginkirin li Asya Navîn, di sala 1937 û heta sala 1944 kal bavên Ezîzê Ziyo li Gurcistanê, herêma Misxêtî jiyan kirine. Di sala 1944'an da ji Gurcistanê hatine surgunkirin û li Qazaxistanê bi cih bûne.

Ezîzê Zîyo Bedirxan di 4ê Hezîrana 1953an de li bajarê Almatayê hatiye dinyayê. Bavê wî Zîyo Bedirxan û diya wî Gulistana Silo pênc kur û keçek bi hev re mezin kirin. (Ezîzê Zîyo) Fakulteya Aboriyê ya Enstîtuya Çandiniyê ya Qazaxistanê li Almatayê bidawî kiriye. 

Di sala 1994an de di warê aborî de teza xwe ya doktorayê namzediyê û di sala 2009an de jî teza xwe ya doktorayê zanistiyê diparêze. Ezîzê Zîyo, Di sala 1992an de dibe yekem serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ("Yekbûn" paşê "Berbang") û heta sala 1997an bi awayekî serketî ev erk pêk tîne.

Ezîzê Ziyo li Qazaxistanê pêşengî û sponseriya yekemîn rojnameya kurdî "Kurdistan" (niha "Jiyana Azad") û kovara kurdî "Nûbar" kiriye. Her weha çend pirtûk nivîsandine û ji 22ê Cotmeha 2021ê ve dîsa serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê ye.

XELAT