Bîranînek di 111 Saliya fermana Ermenîyan de
Nivîs: Konê Reş
Bi min xweş e ku ez vê bîranîna xwe ya zaroktiyê derbara fermana Ermen û Siryanan ji we re bibêjim.
Di zaroktiya min de, pirê caran zilamên gund li ber talda dîwaran li qelavîzka rûdiniştin, pişta xwe didan dîwar û her yekî ji kîsê tûtina xwe çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand..
dûyê çixareyan bi ser serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn..
Gelek caran qal û behsa fermana Ermenî û Siryaniyan dikirin.. Em zarok li dor wan diçûn û dihatin.. Eger tiştek ji wan re lazim ba, bang yekî ji me dikirin û wek ku dixwestin me pêk tanî..
Ji ber ku diya bavê min, pîrka min Sara (Osena Nirsîsyan), yek ji Ermeniyên fermanê bû, min bi mereq û guhmiçî li axaftinên wan guhdarî dikir..
Hina ji wan digot; "Sala fermanê dema ku cendirmeyên tirko qeflek Filleyên/ Xiristyanên derdora Nisêbînê tanîn Besta Xerab Kortê û Çûva, ji mêr û jin û zarokan pêk dihat.. Dilê gawiran bi halê wan dişewitî.. "
Xelat
