Cinav Hasan - Gulê
Hunermenda dengxweş (Cinav Hasan) strana xwe ya nû bi navê (Gulê) belav kir.
stran ji awaza Cinav Hasan e û Helbest ya Bavê Elend e..
Muzîk aranje: Xoshnav Şêx Ehmed
Kamera û Derhêner: Can.S.H
Lîstikvan : Narîn Şêx Ehmed
Gotinên stranê
GULÊ
Eynik da ber xwe gulê
Rîhan û qurnefilê
Hezdikim çen û lêva
Xizêma ser bêvilê
Gulam daket dîlanê
Bejin ṣitla rîhanê
Ji derdê te emanê
Hesreta xorta gulê
Destê min girt û kenî
Kirim hêsîr û benî
Keçê tû yara minî
Çûm tewafa paxilê
Bejn û bala tey çinar
Kirim reben mest û jar
Bo te bimrin hezar car
Sed ax ji ber vê belê
XELAT