Encûmena Penaberan pîrozbahî li xwendekara penaber kirin
Şandeke Encûmena Penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê serdana mala xwendekar (Neşmîn Silêman Ebdo) ya ku li kampa Barîka ya li Erbetê kir û gurzek gul pêşkêşî wê kirin bi boneya ku pileya yekem bidest xistiye.
Xwendekara Kurd (Neşmîn Silêman Ebdo) ji gundê Til Me`rûf ya ser bi bajarokê Tirbespiyê ya Qamişloyê ye û di beşa zanistî ya amadeyî de pileya yekem li ser astê kampa Barîka ya ser bi Silêmaniyê bi dest xist.
Şanda Encûmena Penaberan ji serokê encûmenê birêz Hozan Efrînî û Berpirsiyara Lijneya Bilind a Encûmenê (Roşîn Serêkaniyê) û endamtiya her yek li Hesen Mustefa El- Elî û Bekir Reşîd Tieo pêkhatibû.
Piştî pêşkêşkirina pîrozbahiyê şanda Encûmenê gurzek gul pêşkêşî xwendekar (Neşmîn Silêman Ebdo) hate kirin daku xebatên xwe di xwendina xwe de bidomîne û cihê yekem di kampê de bigire tevî şert û mercên dijwar ên derdorê û zehmetiya rewşa wan.
XELAT