Hunermendekî Kurd xelatek navneteweyî wergirt

Hunermendekî Kurd xelatek navneteweyî wergirt

Hunermendê Kurd Norîk Mosoyan yê ku li Moskowê dijî, ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê ve Xelata (Bînesaziya Dîplomatîk) wergirt.

Rêvebera Beşa Ragihandinê û Nûnera Fermî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê (Marya Vladimirovna Zaxarova), di merasîmekê de ku di 25ê Tebaxê 2025`an de li Wezareta Derve ya Rûsyayê li Moskowê hate lidarxistin, got: Xelat dê ji bo cara pêncemîn pêşkêşî hunermendê Kurd Norîk Musoyan were kirin ku tabloya wî di nav 300 berhemên beşdar ên ji (Awistirya, Belarûs, Gurcistan, Zambiya, Hollanda, Qazaxistan, Moldova, Nîkaragua, Ozbekistan, Sûriye û Amerîkayê) de hatiye hilbijartinê.

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê