"Bihuşta Veşartî" li Kurdistanê ye
Geliyê Toxma yê li devera Derna ya parêzgeha Meletiyê ya bakûrê Kurdistanê ye, ji ber xwezaya xwe ya bedew û dîrokî di hemû demsalan da neguheriye û nehatiye destkarî kirin û saxlem maye wek bihuşta veşartî tê zanîn.
Meletî yan jî Meledî, bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve tixûbên Tirkiyeyê.
Navê bajar di çavkaniyên asurî û Urartû de wek Maldiye, Melite, Melid, Melide û di dema Împeratoriya Romê de jî wek Melita û Melidena hatiye gotin. Nav piştre wek Meletî, Meladya û Malatya hatiye guhertin.
Çiyayên bilind yê herêmê li ser çiyarêzên Melediyê, çiyayê Şîlan e, Çiyayê Derbendê , çiya li ser çiyarêzên Nûrhaq ê ye. Kepez û Gayrik
Deşta Melediyê: di navbera geliya Toxma û Firatê de ye.
Geliya Firatê (li derudore çemê Firatê) ye, geliya Toxma jî li derudore çemê Toxma yê ye.
Çemê Firatê û piraniya şaxên Firatê di nav sinorên herêmê de diherêkin.
Çemê Firat: ji gola Kebanê dertê. Çemê herî dirêj ê Kurdistanê ye.
Çemê Toxma: ji çiyayê taxtali dertê û li deşta Melediyê yê bi Firatê ve xwe girê dide.
Li herêmê gol tunene, tenê li serê çiya, ciyên ku çavkaniyên çeman jê dertên hinek golên biçûk ava bûne.
XELAT/ Jêder: Kurdsat