Siyasetmedarê Kurd hevxemiya xwe bo Rojava dupat dikin

Siyasetmedarê Kurd hevxemiya xwe bo Rojava dupat dikin

Siyasetmedarê Kurd Ebdurihman Şarezûrî, hevxemiya xwe bi Şêxmesûd û Eşrefiyê re dupat kir.

Ji bo pirskirin li rewşa kurdên Efrînê û bi taybet kurdên herdu taxên kurdan li Helebê û Şêxmesûdê, siyasetmedar û xebatkarê kurd kak Ebdurihman Şarezûrî sardana baregeha Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê kir.

Di pêşwaziyê de, her yek ji serokê Encumenê Hozan Efrînî û endam desteya birêvebir a Encumenê  Roşîn Serêkanî û peyvdarê Encumanê Dawud Çîçek amadebûn.

Di wê dîdarê de, kak Ebdurihman nîgeraniya xwe anî ser ziman û piştîvaniya xwe ji bo xelkên kurdên sivîl dupat kir û daxwaz kir ku êdî ûrişên li ser xelkên sivîl bête rwestandin û kotayî bi şer bête kirin.

Xelat