Kurdistanê Serdana Kurdistanê kir
Xanima Kurd a Efrînê (Kurdistan Hesen), ji welatê Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê kir.
Xanima Kurd (Kurdistan Hesen) ji sala 1983` an ve li welatê Almanyayê dijî û di sala 2023`an de hevjîna wê (Dr. Qehreman Mihemed Qedûr Axa) ji ber nexweşiya Koronayê, jiyana xwe ji dest dabû. Di vê dawiyê de, ji ber dîtina xwîşka xwe (Rohêv Hesen) ku dayîka rojnamevana kurd (Nazlî Remedan) li PUKMEDIA`yê dixebite ye, hate serdana Silêmaniyê û bi hevdu şad bûn.
Di vê serdana han de, Kurdistan Hesen ji Xelata Kurmancî re ragihand; Ez gelek kêfxweşim bi sardana Kurdistanê, dema ku min Silêmaniyê dît, ez pir bi sêr mam ku ewqas xweşik û ciwane, bajarekî lihev û bedewe û bêhna mirov tê de vedibe û Efrînê tine bîra mirov.
Her weha di heman bare de, xwîşka Kurdistanê Rohêv jî ku nûh ji Efrînê hatibû, wiha ji Xelatê re ragihand: Hatina me ji Herêma Kuridstanê re cihê dilxweûiyê ye û Silêmaniyê gelek xweşike û bedewe.
Di pirsyarekê de gelo Silêmaniyê an jî Efrîn.? Rohêv xanê got; Her îende Silêmaniyê jî wek Efrînê bajarekî Kuridstanê ye, lê Efrîn ji bo min girîngiya xwe heye ji berk u ez li wir jidayîkbûme.
Wiha tê zanîn ku Efrîn û Silêmaniyê destexwîşkê hevdu ne. Silêmaniyê ewqas xweşik û ciwane û Efrîn jî bi heman demê de her we ye.





Xelat
