14`mîn Festîvala Filman li Amed û Stenbolê destpê dike
Bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, “14. Festîvala Kîjan Mafên Mirovan? ya Fîlman" wê di navbera 14-18'ê Kanûnê de hemwext li Stenbol û Amed birêve biçe.
“14. Festîvala Kîjan Mafên Mirovan? ya Fîlman" wê di navbera 14-18'ê Kanûnê de li Stenbol û Amedê bi awayekî hemwext pêk were. Pakêtek ji bernameya mîhrîcanê bi hevkariya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê di heman rojan de li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê derkeve pêşberî temaşevanan.
Festîval bi pêşandan, forum û hevpeyvînan bernameyeke dewlemend pêşkêşî me dike, ku îsal em bi hev re "parastina jiyanê" bikin.
XELAT
