Mamostayê Zanîngeha Zaxo bû Mêvanê Xelatê
Îro sêşeme 20/2/2024, nivîskar û mamostayê zanîngeha Zaxo (Dr. Haşim Zêbarî) serdana sekoya kurmancî ya li baregeha borda ragihandina YNK`ê li bajarê Silêmaniyê kir.
Dr. Haşim Zêbarî ku di heman demê de ragihandkarekî dêrîne ji aliyê stafa Sekoya Kurmancî ku ji her yek li sernivîserê rojnama Xelatê (Hozan Efrînî) û cîgirê wî (Dawûd Çîçek) û pêşkêşkara Bernama Jiyana kurmanca ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê (Roşîn Serêkanî) pêktê û bi amadebûna rojnamevan (Vegêr Nihêlî) hate pêşwazî kirin.
Di wê hevdîtinê de Dr. Haşim Zêbarî behsa giringiya xebata sekoya Kurmancî û rojnameya Xelatê kir ku di demekî kin de di nava rewşenbîr û hunermend û nivîskar û civaka kurmancan de reng daye.
Her weha stafa sekoya kurmancî serdana Dr. Haşim û mêvadariya Xelatê bi nirx li qelem da û tekez li wê yekê hate kirin ku divê hemahengî hebe ji bo pêşxistina çand û kultura Kurdî.
Xelat